Sefera GermanDream ImpfenHilft- berdewam dike!

Ji sibatê heta adarê 15 rawestgeh hatine plankirin

Sefera ImpfenHilft-ê ya bi hevkariya Hikûmeta Federal di sibatê de dikeve dewra xwe ya çaremîn.  Otobûsa derzîlêdanê ya GermanDreamê bi tîmên xwe yên herêmî û Qasidên Nirxparêz û hêja ji bo derbarê Derziya Paraztina ji Koronayê agahdariyan li cîhêcîh bidin, dîsa derket rê.

Da ku em balê bikşînin ser Derziya Paraztina ji Koronayê, em serkeftina sefera 2022-yan bingeh werdigrin û em li cîhêcîh û li jiyangeha wan û em bi  -kêmbendî û pirzimanê xwe dighînin mirovan! Sala bohirî Otobûsa Derzîlêdanê(ImpfenHilft-Bus) ya Însîyatîfa Perwerdehiyê li seranserê Almanyayê bi tevahî çû 40 deveran. Qasidên Nirxparêz yên GermanDreamê di mercên wekehev bi mirovan re tên gel hev û bi wan re derbarê Derziya Koronayê, derbarê fikar û metirsiyên wan diaxivin.

Wekî dinê jî, torên herêmî û tîmên cîhguher(mobîl) yên derzîlêdanê alîkarî û piştgiriya Tîma GermanDreamê dikin.

Rawestgehên Sefera ImpfenHilft-ê

Were gel me, pirsiyariyên xwe bike û li gel me bû randewû derziya xwe li xwe bixe.*:

  • Gotha, 15. Februar 2023
  • Plauen, 16. Februar 2023
  • Hof, 22. Februar 2023
  • Erlangen, 23. Februar 2023
  • Fürth, 24. Februar 2023
  • Halberstadt, 28. Februar 2023
  • Dessau-Roßlau, 1. März 2023
  • Leipzig, 2. März 2023
  • Neubrandenburg, 14. März 2023
  • Greifswald, 15. März 2023
  • Wismar, 16. März 2023
  • Wünsdorf, 27. März 2023
  • Salzgitter, 28. März 2023

* Guhertin mimkin e

Ji bo hûn bikaribin bibin xwedanê agahiyên zêdetir û nûjen yên derbarê rawestegên ImpfenHilft-ê, me di ser Instagram, Twitter an jî Facebook-ê bişopînin.

 

Spas

Em bi taybetî ji bo kar û xebatên wan, spasiya qasidên nirxparêz-bêyî we dê Sefera me ImpfenHilft-ê ne mimkin bûya!

Sapasiyeke taybet jî ji bo hevkarên vê projeyê; Wezareta Tendisrustiya ya Federal û hemû bajar û komelgehên ku jbo vê sefera me alîkarî û piştgirî dane me.